Di xwepêşanên ku li Afrîkaya Başûr berdewam dikin hejmara mirîyan derket 32 kesan

Hat ragihandin xwepêşanên ku piştî tewqîfkirina serokomarê berê Jacob Zuma dest pê kirin bênavber berdewam dikin.

Polêsê Afrîkaya Başûr hewl dide bi midaxeleyên tund xwepêşandêran belav bike. Lê belê ji ber ku xwepêşandêr jî bersiv didin polêsan di navbera terefan de pevçûn derdikevin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha 32 kes mirin û zêdetirî  300 kesan jî hatin binçavkirin.

Xwepêşandêrên ku dadikevin kolanan lastîkan dişewitînin û xwepêşana xwe didomînin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe