Di xwepêşanên li Rûsyayê de zêdetirî hezar û 600 kes hatin binçavkirin

Bi banga Navalnyê lîderê mixalif li tevahîya welêt doh li zêdetirî 60 bajarî xwepêşan hatin lidarxistin.

Terefdarên Navalny ên ku xwe berdan kolanan binçavkirina Navalny  protesto kirin û daxwaz kirin ku Navalny bê berdan.

Xwepêşandêrên ku li Qada Puşkîn kom bûn xwestin ku bi ber Kremlînê ve bimeşin, lê belê destûr ji wan re nehat dayîn û hêzên ewlehîyê midaxeleyî xwepêşanan kirin. Di encama midaxeleya ku hat kirin de zêdetirî hezar û 600 kes hatin binçavkirin.

Xwepêşan bê navber berdewam dikin.

Navalnyê ku bi jehrê ketibû û li Almanyayê dihat tedawîkirin di 17ê Çileyê de vegerîyabû Rûsyayê ku hema di cî de hat binçavkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn