Di Zanîngeha Harvardê de qursa Kurdî

Beşa Çandan û Zimanên Rojhilatê Ya Zanîngeha Harvardê, ji bo xwendekarên xwe qursa Kurdî vekir.

Zanîngeha Harvardê ya ku di dinyayê de di nav zanîngehan de zanîngeha herî pêşve tê naskirin û li bajara Cambridgeya wîlayeta Massachusettsa Emrîqayê ye, ji bo xwendekarên doktorayê di zarava Soranî ya Kurdî de qursek vekir.

Ji dersên ku ew ê ji teref Doç. Dr. Ahmed Muhammedpurê ji Kurdên Rojavayê ye ve bê dayîn re, hat destnîşankirin ku xwendekaran dest bi qeydan kirine.

Muhammedpur, di daxuyanîya ku li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir de, diyar kir ku di Zanîngeha Harvardê de ji bo xwendekarên doktorayê qursan Kurdî hatîye vekirin.

Muhammedpurê ku diyar kir ew ji bona dersê pirtûka Doç. Dr. Haydar Xizrî bijartîye, wî anît ziman ku ev qurs ji bo Kurdan gaveke muhîm e.

Doç. Dr. Ahmed Muhammedpur û Doç. Dr. Haydar Xizrî ên ku Endamê Hindekarîya Zanîngeha Central Florida ya Emrîqayê ne bi nerînên xwe yên neteweperwer tênê naskirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno