Di salên 90î de gelek kesên oldarên misilman bi qumpas û îftira hatin girtin û duçarên îşkenceyan bûn. Gelek kesên masûm sûcdar hatin qebûlkirin, faliyetên îslamî wek faliyetên terorê hatin qebûlkirin. Yek ji wan mexdûrana Xetîp Aslane. Aslan di salên 90îde jiber faliyetên îslamî hat bin çavkirin û heta niha, ev 17 sal derbas bû, lê hê jî di zîndanêde ye. Nûçegihanê Ajansa îlkeyê, bi malbata Aslanra hevdîtinek pêk anî.
Demekê hinek kesên ji ferasetê bê nesîb, digotin hewcebike ev demê hezar salî dewam bike. Di 28ê Sibatê de kesên oldar û mutedeyyîn ji aliyê hêzên dewleta Kemalîst ve hatin girtin û duçarê îşkenceyan bûn. Gelek kes bê sûc û bê pirs avêtin zîndanan û heta vê demê jî ketiyên 28ê sibatê dewam dike.
Yek ji wan ketiyan Hatîp Aslane. Aslan ji wê wextê û heta niha bi bê hiqûqî di girtîgeyêdeye.
Dayika Hatîp Aslan bi Nûçegihanê Ajansa Îlkeyî re axifî û dayika dil şewat weha got:Kurê min kesêkî oldar û mutedeyyîn bû. Tenê sûcê wî, dersa îslamê hînî zaroka dikir û jiyana xwe li gor îslamê dewam dikir.
Dayika Hatîp Aslan, Fatma Aslanê da zanîn kû kurê wê di bin îşkenceyan de bi zorê îfade pê dane îmzekirin.
Dayika Aslanê îfade kir ku ji ber dûçarî nexweşiya Fîlê bûye, ev serê 5 salaye neçûye serdana kurê xwe û kurê xwe nedîtiye. Dayika dilşewat da zanîn ku pir bêriya lawê xwe kiriye.
Dayika Xatip Aslan wiha dom kir: Kurê min li girtîgeha Tokatê ye ev du sal e neçume serdana kurê xwe. Heke bi vê awayê bidome ezê kurê xwe nebînim û ji dîtina wê bepar bimînim. Ji ber ku min kurê nedîtiye min hişê xwe winda kir û ezê dîn bibim. Êdê ji bo sebra min nema. Gelo ji ber ku di destê me de çek û sîlah tuneyê zilim lime tê kirin.
Dayika dilsoj axaftina xwe wiha bi dawî anî: Em jiyana xwe ji dest didin zarukên ma nayên şîn û serxweşiya me, em nexweş dikevin nikarin werin serdana me gelo ev edelet û dadî. (ÎLKHA)