“Dibe ku Deriyê Sînor a Xabûrê bê girtin”

Tufenkçiyê Wezîrê Gumruk û Ticaretê yê ku hat Bingolê destnîşan kir dibe ku Deriyê Sînor a Xabûrê bê girtin.

Wezîrê Wezîrê Gumruk û Ticaretê Bulent Tufenkçî beşdarî Kongreya Veberhênerên Jin ya Neteweyî ya Bîngolê bû. Wezîr Tufenkçî di kongrê de axavtinekkir û derheqê Deriyê Sînor a Xabûrê de nirxandinan kir.

Tufenkçî derheqê mijarê de wiha got: “Niha derî vekiriye, lê belê dibe ku di wan rojên pêşiya me de deriyê sînor bê girtin, ev yek di rojeva me de ye. Weke ku Serokkomarê me jî got, dibe ku hergavî bê girtin. Em li benda hinek geşedanên li wê derê ne. Em ê li gor wê gavên xwe bavêjin û  girtina wanayên neftî jî di nav de hinek tedbîrên me yên din jî hene. Elbet me gotibû ku referandûm xeyrî meşrû ye. Me gotibû ku em encaman jî qebûl nakin.”(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e