Alîkarê Serokê Giştî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HUDA PARê Saît Şahîn beşdarê semînera ku ji teref Şaxa Ciwaniya Bedlîsê ya HUDA PARê ve hatibû lidar xistin bû. Şahîn şîret li ciwanan kir û destnîşan kir dibe ku însan him qenc û him jî xirab bibe.
Şahîn di derbarê bûyerên ku li erdnîgara Îslam û Kurdistanê diqewimin de nirxandin kir û diyar kir divê ku gotinên wek Ciwaniya HUDA PARê ji bo gel hebe.
Şahîn destnîşan kir ku di derbarê vê rewşa neyînî de tu tişt nayê kirin. Ji ber vê yekê Şahîn bal kişand li ser vê yekê û di derbarê vê yekê de nirxandin kir.
Şahîn berpirsyariyên însan anî bibîranîn û diyar kir ku însan di xulqiyetê de wek qulqiyeta herî girîng hatiye xuliqandin. Her wiha Şahîn destnîşan kir ev qiweta ku Xwedê Teala daye însanan heke di xêrê de were bikar anîn dê ‘edalet were te’sîs kirin. Lê heke di şerrê de were bikar anîn dê zilm were te’sîs kirin.
Dûvre Şahîn axavtina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê dibe ku însan him qenc him jî xirab bibe. Kesên ku hertim gor qanûnên Xwedê Teala xebitîne civakê bi şiklekî ‘edilane birêve birine. Lê kesên ku berevajiya vê yekê kirine zilmê anîne. Kesên ku vê qiweta ku Xwedê Teala bexşê însan kiriye heke di xêrê de bikar bînin dê ‘edaletê te’sîs bikin. Lê heke vê yekê di şerrê de bikar bînin dê zilmê te’sîs bikin.”
“Pêxemberê me şaristanekê mezin saz kiriye”
Şahîn diyar kir ev rewşa ku îro umet tê de ye gelek xirab e û ji Dewra Se’adetê mînak da. Dûvre Şahîn axavtina xwe wiha domand: “Di dewra ku zilmên herî dijwar dihatin kirin û herbên ku herî dirêj didomiyan de Pêxemberê Îslamê (rxl) şaristanekê nû saz kir. Lewra Pêxemberê me li ser navê ‘edaletê hereket dikir û ‘edaletê te’sîs dikir. An dê ehlê xêrê bi qiwet bibin û ‘edaletê te’sîs bikin an jî dê ehlê şerrê bi neheqiyê hikûm bikin. Lê dema ku em mêze dikin dîroka me şaristanekê nû saz kiriye û bi ‘edalet hikûm hatiye dayîn.” Gelo çi bû ku îro em ketin nav vê rewşa hanê xerab? Di vê ku em vê yekê analîz bikin.”
“Ji ber ku em ji zanyariyên wehyî dûr ketin em ketin vê rewşê”
Şahîn diyar kir misliman dema ku dînê ji xwe re wek navend dîtin û hewl dan ku dînê bijîn ew çax serketin. Dûvre Şahîn wiha axivî: “Di beriya me de du agirên mezin hene. Yek ji wan agira sîyasiye ku erdnîgara me dişewitîne. A din jî bê me’newiyetiye ku nifşa me dişewitîne. Ji ber vê yekê gelê ciwanan! Vê rastiyê bibînin: Dema ku Ewrûpa ji ‘Ilmê dûr bû gelê wê hev dihêra. Piştî ku ‘ilmê bidest xistin, ji cehaletê dûr ketin û qedera wan guherî. Ji ber ku em jî ji wehya ‘ilmî dûr ketin îro em dûçarê vê yekê bûn.”
ÎLKHA