”Digel hebûna ev qas zaliman, dijmintiya Mislimanan a bi hevdû re nayê qebûlkirin”

WAN - Ji teref Serokatiya Bajêra Wanê ya HUDA PARÊ ve semînereke bi navê ‘Biratî ‘ hat tertîpkirin.

Di semînera ku hat tertîpkirin de Serokê Bajêra Wanê yê HUDA PARê M.Mehdî Oguz axavtinek kir, Oguz di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir di wextekê ku dijminên Îslamî ew qas zehf in de ji hevdû re kirina dijmintiyê ya Mislimanan nayê qebûlkirin.

Oguz di berdewama axavtina xwe de qala yekîtî û wehdeta Mislimanan kir û destnîşan kir Misliman ne neyarên hevdû ne,ummeta Îslamê ji ber îxtîlaf û tevlîheviyan li paş maye, di wextekê ku dijminên Îslamî ew qas zehf in de ji hevdû re kirina dijmintiyê ya Mislimanan nayê qebûlkirin û  werin em wek Mislimanan vê lîstikên xera bikin.

 “Meselaya Kurdan ji wan meseleyên dilşewat ên vî welatî meseleyek e”

Oguz piştî axavtina xwe ya di derbarê wehdetê de re qala meseleya Kurdan kir û wiha axivî: “ Ev bû qernek ku lîstik tên lîstin.Tiştek nehat guhartin.Lîstika herî mezin li ser Kurdan tê lîstin.Werin em wek  Laz, Çerkez, Tirk, Kurd û Farsan  wek bira bên ba hev û li dijî îxtîalf û cudahiyên xwe bisekinin.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Neaşê Mela Abdurrezzaq Tepe hat definkirin
Li Wanê di mezinahîya 3,9an de erdhejek pêk hat
Mehmet Goktaş Xoce: Eger em ji cîhadê birevin wê Xweda hin kesên din ji dewsa me re bişîne!
Zîrweya Perwerdehîya Bilind a Kurdistan û Urdunê dest pê kir
Ji HUDA PARê amadehîya “Kongreya Mezin”