Rojnameya Doğruhaberê, gaziya saziyên sivîl, rayedarên komelan, alim û nivîskaran ya ku divê bi serbestiya sernixumandinê, şiûra tesetturê neyê jibîrkirin kire manşet. Qezetê cî da gotinên wan û da zanîn ku divê exlaq û edeb û şiûra tesetturê neyê îhmalkirin.
Rojnameyê diyar kir ku ji bo sernixumandinê, gelek zulm û mexdûriyet hatine kişandin. Digel micadela sernixumandinê, tesettur neyê îhmalkirin û ji bo avabûna şiûra tesetturê seferberî dest pê bibe.
Mehmed Göktaş xoce wiha got: “Ev tene ne serkeftina îktîdarê ye.
Encama hevpar ya micadela hemî mislumana ye ku heta niha dane. Micadela tesetturê niha dest pê dike. Divê bi îxlas, semimiyet û teqwayê, hundirê tesetturê bê dagirtin.”
Mela Cemal Çinar jî wiha beyan kir: “Emrê sernixumandin û ferziyeta tesetturê, bi kinc û şarpa li ser seran tenê nayê sînorkirin. Çawa emr û ferzê nimêjê hene, bi wî awayî emr û şertên tesetturê jî hene.”
Serekê TESSEPê Salih Demîr da zanîn ku divê seferberiya şiûra tesetturê bê destpêkirin. Di vî warî de hestiyariya civakî xurtir bibe.
Nivîskar Emîne Şenlikoğlu beyan kir ku sergirtibûn tesettur ne yek in. Bi salan micadela sernixumandinê hatiye dayîn. Lê şiûra sernixumandinê ne hatiye gotin.
Nivîskar Summeyye Şanî jî wiha got: “Tabîra moda tesetturê ya bi talûke derxistin. Moda li gorî hefte, meh û salan diguhere. Lê tesettur emrê Rebbê me ye, naguhere. Tesettura ku Xweda dixwaze, bi sernixumandineke ji serî heta pê ya ku cazîbeya jin bê veşartin e. (Bangaheq)