Dijberê Siyonîzmê Destek Dan Ğezzeyê

327 yahûdıyên ku dı herba dınyayê ya 2an de lı kampên nazîyê gırtî bûn û zarokên wan, qetlîamên îsraîla sıyonîst ên lı ser ğezzeyê şermezar kırın û destek dan ğezzeyê.

Yahûdiyên dijberê sîyonîzmê, Îsraîla siyonîst protesto kir. 327 yahûdiyên ku di heyama herba dinyayê ya 2an de li kampên Naziyê girtîbûn û zarokên wan, qetlîamên Îsraîla siyonîst ên li ser Ğezzeyê şermezar kirin.

Evan 327 yahûdî û zarokên wan, îmze avêtin mektûba ku ji aliyê Tora Yahûdiyên Antî-Siyonîst a Navneteweyî ve hat amadekirin û di qezeta New York Timesê de hat weşandin.

Di mektûbê de wiha hat gotin:

“Em wek yahûdiyên qurbanên jenosîda Nazîyê û digel zarokên xwe qetlîama Îsraîlê ya li ser Ğezzeyê, ambargoya li ser Ğezzeyê û hewla ku Filistîna dîrokî bikin kolonî teqez şermezar dikin.”

Di mektûbê de Emrîkaya ku destekê dide terora Îsraîla siyonîst jî hat şermezarkirin û hat îfadekirin gotinên irqçî û jiserhişêxweçûyî ya ku li nav civata Îsraîlê zêde dibin nerihet in. Her wiha şedîd hat lomandin ku medyaya Îsraîlê, irqçîtiyê dike, gazî jenosîdê dike, kesên neheq wek heqdar nîşan dide.

Di dawiya mektûbê de hat xwestin ku hemû însaniyet pevre dengê xwe bilind bikin û yekîtiya hêzê pêk bînin û li ber hemû irqçîtiyê bisekinin û weha hat gazîkirin:

“Em gazî dikin ku ambargoya li ser Ğezzeyê acîl bê rakirin û îşgal bi dawî bibe. Bila li hember Îsraîlê, boykoteke ekonomîk, kulturî û akademîk a tam bê destpêkirin.”  

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar