“Dijmin jevqetana Sunnî û Şîîyan dikinû hewil didin herêmê bişewitînin”

Fermandarê Hêzên Çekdar ê Îranê Muhammed Bakirî destnîşan kir pirsgirêkên di navbera welatên li herêmê de encax bi gûftegoyê dikare bê çareserkirin.

Li Tahrana paytexta Îranê sempozyumeke bi navê “Hêzên Mezin û Ewlehîya li Herêmên Asya Rojava”  hat tertîpkirin. Fermandarê Hêzên Çekdar ê Îranê Muhammed Bakirî di axavtina xwe ya ku di sempozyumê kir de balan kişand li ser hewildanên dijminan a li ser Mislimanan.

"Dijmin jevqetana Sunnî û Şîîyan dikin  û hewil didin herêmê bişewitînin"

Bakirî di berdewama axavtina xwe de diyar kir îsraîl bi şikleke mezin têk çûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di sala 2006an de di wan şerên 22 û 33 rojî de îsraîl têk çû û mexlûb bû. Ev têkçûn, têkçûna hêzên mezin a li hember şerê gerîllayê ye. Dijmin îro li herêmê cûdahîya Şîî û Sunnîyan dikin  û sûdê ji tekfîrvanan digrin û hewil didin herêmê têxin nava êgir. Lê belê dawîya vê fitnê hat. Li Sûrîyê digel temamê hewildanên wan negihaştin hedefên xwe.”

ÎLKHA

 


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin