Li gorî îddîayan ji ber dijminantiya berê ya ku ji ber arazî qewimî bû, hinek kes di hepsa Mêrdîn de bûn. Zaroyên wan do çûbûn ziyareta wan. Pey ziyaretê di heyama ku ziyaretvan ji hepsê derdikevin, du kesên serpoşandî li ber hepsê evan ziyaretvanan didin ber gulleyan.
Di hadîseyê de 2 jin û 3 zarok hatin kuştin. Kesekî din jî birîndar bû. Êrîşker pey hadîseyê reviyan. Polîs li ser hadîseyê dest bi lêgerîn û lêkolînê kir. Dest bi operasyoneke berfireh kir.
Hat îddîakirin ku malbata hatiye kuştin berî niha ji ber dijminantiyê, reviyabûn Mêrdînê. Tê texmînkirin ku êrîş ji ber dijminantiya berê hatiye kirin.BANGAHEQ