Dijminantiya 54 Salî Bi Dawî Bû

Li Şemrexa Mêrdînê, dijminantiya 54 salî ya di navbera malbatên Çelîk, Tekîn û Ozel de, bi navbervantiya jinan bi dawî bû.

Li Şemrexa Mêrdînê, dijminantiya 54 salî ya di navbera malbatên Çelîk, Tekîn û Ozel de, bi navbervantiya jinan bi dawî bû. Cara ewil e ku, jin jî tevlî xwarina lihevhatinê dibin.

Ji bo bidawîkirina dijminantiya xwînî, jinên hêlên dijminan, Bûrhan Hedbî û parlementerê AKPê Ebdurrehîm Akdağ navbervantî kirin. Li Dêrika çiyayê Mazî li meydana mesîreyê, ji bo 5 hezar kesan xwarina lihevhatinê hate hazirkirin. Berî xwarinê, Qurana pîroz hat xwendin.

Di xeberdana destpêkê de, Bûrhan Hebdî wiha peyivî “Îslam dînê aştiyê ye. Li gor dînê me ğeyda ji hev û din, ji adetên cahîliyê ye. Dijminantiyeke din jî, piştî 54 salan bi dawî bû.”

Parlementer Ebdurrehîm Akdağ jî, di xeberdana xwe de wiha got “Di kultura herêmê de, ciyekî muhîm yê jinan heye. Jin dikevin navbera du dijminan û gava şaşika xwe bavêjin holê, şer û dijminantî diqede. Em ji kultur û medeniyeteke wiha hatine. Di civatê de rola jinan tayinkirox e. Tarîxa me tim wiha bûye. Civata me, hewceyî me’newiyat û merhamet û şefqatê ye.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar