Dikandarên Nisêbînî ji HDPê re bertek nîşan dan

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku lê qedexeya derketina derve qismen hatiye rakirin, dikandar ji parlementerên HDPyî û ji Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê re bertek nîşan dan.

Piştî ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, qedexeya derketina derve qismen hate rakirin re parlementerên HDPyî û Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk çûn Nisêbînê û xwestin dikandar û xelkê navçê ziyaret bikin.Xelk û dikandarên  Nisêbînê ji parlementerên HDPyî û ji Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk re bertek nîşan dan.Hat dîtin ji ber bertekên ku hatin nîşandan Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bi lez ji cihê bûyerê dûr bûn.

Dikandar di dema ziyaretê de ji Ahmet Turk re wiha gotin ‘ Bila li me guhdar bikin, em heqê xwe dixwazin.Bûn sedem ku em bibin muhacir.Me perîşan û rezîl kirin.Em Kurdîtiyeke bi vî awayî naxwazin.”

Dikandarekî din diyar kir ‘Mexdûriyet li ber çavan e.Qet hewce nake ku tu kes ji tu kesê din re tiştekî bibêje.Xweda heqê me ji wan re nehêle.”

Li ser Kolana Lozanê pîrekek jî ji Ahmet Turk û ji kesên pê re wiha bertek nîşan da: “Ev bû 6 meh ku ez li Batmanê dijîm.Şaredarî derziyek jî neda min.We ji bo me tiştek nekir.We me li ber devê derîyan hişt.Hûn hemû li koltikên xwe rûdinin.”

Hat dîtin ji ber bertekên ku tên nîşandan Ahmet Turk û kesên pê re ji cihê bûyerê bi lez reviyan.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye