Dikandarên Qoserê birînên xwe dipêçin

MÊRDÎN - Dikandarên ku dikanên wan ji ber êrîşa bombeyî ya ku ji teref PKKê ve hatibû kirin zirar dîtibûn hewl didin ku birînên xwe bipêçin.

Di êrîşa ku duh êvarî di seat 23.40an de li taxa Aştiyê li Şubeya Eskeriyê hatibû kirin de gelek avahî, kargeh û wesayît zirar dîtin.Dikandarên ku dikanên wan zirar dîtibûn îro dest bi paqijiyê kirin û hewl dan da ku birînên xwe bipêçin.

“Pêşî dengê teqînê hat dûvre giloka agir xuya kir”

Mahsûm Yalçinê ku ji dikandarê navçê ye û dikana wî ji ber êrîşê zirar dîtiye  diyar kir di dikan û mala wî de gelek zirarê mezin pêk hatiye.Yalçin dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Çawa ku dengê teqînê hat me xwe ji nişka ve avêt erdê, dûvre me dît ku giloka agir li ser cihê ku teqîn pêk hatiye çêbû.Zarok gelek tirsiyan.Ez a niha nizanim çawa ne. Di mal û dikana min de gelek zirar pêk hat.Weke ku hûn jî dibînin a niha ez hewl didim paqijiyê bikim.”

“Cameke ku neşkiyaye nema”

Dikandarekî din ê bi navê Abîdîn Dogan jî di derbarê mijarê de diyar kir ji ber teqîna ku pêk hatiye camên dikana wî tev şikiyane .(ÎLKHA)

 













 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye