Diktorên Rûyê Erdê Li Ğezzeyê ne

Diktorên Rûyê Erdê Li Ğezzeyê ne

Diktorên Rûyê Erdê bi kordînasyona Wezareta Tenduristiyê di Tel Avîvê re derbasî Ğezzeyê bûn û li nexweşxaneyan dest bi lêkolînan kir.

Diktor bi armanca midaxela bi hezaran birîndaran bikin çûn Ğezzeyê û kesên birîndar ziyaret kirin. Serokê heyeta îdarî ya Tirkiyê ya Diktorên Rûyê Erdê Dr. Kerem Kinik da zanîn ku ji deh hezaran kesên birîndar, wê nêzî hezar kes astengdar bimînin.

Diktoran beyan kir ku hedefa wan a ewil nirxandina rewşa kesên birîndar e. Hat gotin ku wê kesên rewşa wan acîl e, bên şandin Tirkiyê. Endamê îdara heyetê ya diktoran Prof. Dr. Orhan Alîmoğlu weha got: “Li Ğezzeyê bi hezaran birîndar hene. Lê saziyên sihhetê û nexweşxane têrî xizmetan nakin. Hejmara nivîn û malzemên tibbî kêm in.”

Dengê Xana Axpar

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar