Ji bo Roja Rojnamegerîya Kurdî, Komeleya Endamên Medyayê ya Amedê, peyameke pîrozbahîyê weşand. Peyam li ser navê Lijneya Rêveberîya Komelê hat weşandin.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Kurdên ku ji alîyê derfetên dewletê ve xwedî dîroka bêxwedîbûneke mezin in, ber bi qirnê 20î ve di çapemenî, weşandin û sehayên din de, bi pêngavên pêk anîne, teşebbus kirine ku li gorî çaxê bin, di vî warî de gelek berhem jî derxistine holê.
Di Peyama DÎMEDê de wiha hat ifadekirin: “Ji berhemên ku di warê medya-çapemeniyê de hatine derxistin a herî girîng, bi sedema ku ya pêşîn e Rojnameya Kurdistanê ye ku di 22ê Nîsana 1898an de li Qahîreya Misrê dest bi weşanê kiriye. Rojnameya Kurdistanê ji ber zehmet û zordayînan, heta sala 1902an neçarî weşandina li navendên ji hev cûda bûye. Ji ber wate û girîngiya Rojnameya Kurdistanê, ji 1973an vir ve 22ê Nîsanê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.”
Peyama pîrozbahîyê wiha bi dawî bû: “Em wek DÎMED, Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamevanên ku ji bo bîrewerbûna xelkê kurd dixebitin pîroz dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.” (İLKHA)