Dîmenên ciye bûyerê ya wehşeta 6-7ê cotmehê derketin holê

Yasîn Boru û hevalên wî bi bangewaziya HDPê ji teref kesên ku derketibûn kolanan ve hatibûn qetilkirin. Dîmenên ciyê bûyerê ya vê wehşetê derketin holê.

Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Hasan Gokgoz, Rîyat Guneş û Yusuf Er di Îda Qurbanê de dema ku goştê qurbanê belav dikirin dûçarê êrîşa  PKKyiyan mabûn. Ji ber vê yekê Yasîn Boru û hevalên wî li apartmanekê sitirîbûn. PKKyî di apartmanê de wan bi şilekî weşîyane qetil kiribûn û dûvre ji qata 3yemîn wan avêtibûn jêrê.

 Di bûyerê de Yasîn Boru, Rîyat Guneş, Ahmet Dakak û Hasan Gokgoz jiyana xwe ji dest dabûn û Yusuf Er jî wek birîndar xelas bûbû.

Dîmenên ku nû derketine holê wehamet û wehşeta vê êrîşê tîne ber çavan. Di dîmenên ku ji teref ekîbên tehqîqatê ya ciyê bûyerê ve hatine kişandin de şûna xwînê bala mirov dikişîne.

Wek ku tê bibîranîn mehek berê diyalogek  di nabeyna polês û pîreka  xwediyê mala ku Yasîn Boru û hevalên wî tê de hatibûn qetilkirin  de derbas bûbû.

Pîreka xwediyê malê bûyerê wiha anîbû ziman:

Pîrek: Elo polês

Polês: 155

Pîrek: Ji kerema xwe polês bişînin Aparatmana 3yem a Oz Turanê ya ku li hemberê Bazara Penîrê ye. Tişt ketine mala min. Derve êrîş li deriya min dikin.

Polês: Li ku derê? Kijan tax?

Pîrek: Aparatmana 3yem a Oz Turanê ya ku li hemberê Bazara Penîrê ye. Ji kerema xwe! Qurban bibim! Lez bikin! Dê deriye bişkînin.

Polês: Xuşka min, kîjan bazar? Ê ku li Cengîzlerê ye?

Pîrek: Belê. Ê ku li Cengîzlerê ye.

Polês: Apartmana Oz firinê?

Pîrek: Apartmana Oz Turanê.

Polês: Hûn di qata çendemîn de dijîn?

Pîrek: Di qata 3yem de, di qata 3yem de.

Polês: Kîjan daîre?

Pîrek: Nimreya 5. Lez bikin! Qurban bibim…

Polês: Nimreya 5?

Pîrek: Erê. Lez bikin! Dê min bikujin.

Polês: Çima ew li deriya te dixin?

Pîrek: 2 kes ketin hindir. Ji ber ku min deriyê asê kir deriye dişkînin. Dibêjin wan bidin me dê em wan bikujin.

Polês: Tu tenê li malî?

Pîrek: Ez tenê me. Bi lez

Polês: Baş e. Aram bibe, ez dê alîkariya te bikim, aram.

Pîrek: Derve pir in. Lez werin ez qurban bibim, lez.

Polês: Baş e.

Lêgerîna 2yem

Pîrek: Elo

Polês: 155

Pîrek: Elo, bi lez werin me dikujin! Bi lez werin!

Polês: Kî te dikuje?

Pîrek: bi lez werin! Me kuştin!

Polês: em werin li kû? Cadeya Cengîzlerê?

Pîrek: Erê.

Polês: Kî erîşê we dike?

Pîrek: Dê, bi lez!

Polês: Elo

Pîrek: Ez qurban bibim! Apartmana 3yem a Oz Turanê.

Polês: Çi? 3?

Pîrek: Apartmana 3yem a Oz Turanê.

Polês: Kî erîşê dike?

Pîrek: PKK, PKK….

Her wiha doza  kujerên ku Yasîn Boru û hevalên wî kuştine dê  îro di 2yemîn Mehkemey Cezaya Giran ya Enqerê de were domandin. (ÎLKHA)

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar