Dîmenên pîlotê ku sax xelas bû derketin holê

DİYARBEKİR - Dîmenên pîlotê ku ji ketina balafira şer a F-16an sax xelas bûbû derketin holê.

Balafira şer a F-16 dema ku li Diyarbekirê xwe didanî balafirgehê li gireke ku nêzî beldeya Çarikliya Diyarbekirê ye qelibî. Di encama ketina balafira şer de balafir perçe perçe bû û pîlotê balafirê jî bi saxî xelas bû. Dîmenên pîlotê ku ji ketina balafirê sax xelas bû derketin holê.

Di dîmenên ku ÎLKHAyê ji cihê bûyerê bi dest xistine de tê dîtin perçeyên balafirê li derdorê belav bûne û li cihê ketina balafirê agir pê ketiye.

Pîlot ne jin mêr e

Di agahiyên ku piştî qezayê hatibûn bidestxistin de hatibû ragihandin ku pîlota balafirê jin e, lê belê di dîmenên ku hatine wergirtin de tê dîtin ku pîlot ne jin mêr e û tiştek pê nehatiye.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

9 gule li camên dikanê ketin
Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin