Dîmenên PKKyiyên ku 14ê Adara 2016an de têketin navçeya Baglara Diyarbekir derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku çekên cûr bi cûr û giran têxin navçeyê, çal vedidin û berîqet tên sazkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku PKKyî parkeyên kuçê raadikin û wek berîqet bikar tînin. Her wiha tê dîtin ku PKKyî çekên wek Bixî û roket têxin nav navçeyê.
Di dîmenên ku hatine bidestxistin de tê dîtin ku pîrekekê ya ku tê gumankirin taxî ye jî alîkariya PKKyiyên ku berîqet saz dikin dike. Her wiha tê dîtin ku ev pîrek çave nêrî li hawîrdor dike. Di dîmenê de tê dîtin ku şexsê ku berpirsyarê komê ye wê pîrekê tebrîk dike.
Ji aliyekê ve tê dîtin ku pîrek ji PKKyiyan re bêr peyda dike û tê dîtin ku di taxê de tu kesî piştgirî nade PKKyiyan.
Di wêneyên ku Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) bidest xistiye de bala mirov dikişîne ku rûyên hinek kesan pêçandî, rûyên hinek kesan jî vekirî ne.
Ji ber PKKyî di Taxa Kaynartepeya Baglarê de çal vedan û berîqet saz kirin operasyon li taxê dest pê kir û şer derket. Piştî vê yekê di 15ê Adara 2016an de ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Ji ber ku şer zêdetir bû qada qedexeyê hat berfireh kirin û gelek wesayîtên bi zirx sewqê li wir kirin. (ÎLKHA)