Dîmenên qetilkirina Cafer Gîzliyî derketin holê

NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên qetilkirina Cafer Gîzliyê ku Wezîrtiya Ciwanî û Werzîşê wan ji bo qempê biribû Silîfkeya Mêrsînê û di qempê de Gîzlî ji teref komek PKKyiyan ve hatibû qetilkirin.

Di bergeha ‘Projeyên Qampên Zivistanê de Wezîrtiya Ciwanî û Werzîşê xwendekaran biribû Silîfkeya Mêrsînê û di qempê de Cafer Gîzlî ji teref komek alîgirên PKKê ve hatibû qetilkirin.

Dîmenên qetilkirina Cafer Gîzliyê ku Wezîrtiya Ciwanî û Werzîşê wan ji bo qempê biribû Silîfkeya Mêrsînê û di qempê de Gîzlî ji teref komek PKKyiyan ve hatibû qetilkirin derket holê. Tê dîtin ku êrîşker bi şiklkeî hêrs êrîşê hawîrdor dikin.

Tê dîtin ji ber ku tûndiya êrîşê zêde dibe Cafer Gîzlî ji pencerê ve derdikeve û midaxaleya êrîşkeran dike. Di dîmenan de tê dîtin ku Gîzlî êrîşkeran belav dike. Dûvre êrîşkerê bi navê Mehmet Duman bi kêra di destê wî de tê û êrîşê Gîzliyê dike û çend car kêr dike.

Di dîmenan de tê dîtin ku Gîzlî ji ber êrîşê ji xwe de diçe û dikeve xwarê. Tê dîtin dema ku Gîzlî dikeve xwarê êrîşker ji ciyê êrîşê direvin.

Her wiha Niştina ewil a doza Cafer Gîzliyê ku li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyî ve hat qetilkirin dê di 17ê Gulanê de li Silîfkê were dîtin.

Di niştina ku dê li Mehkemeya Cezaya Giran a Silîfkê were dîtin de dê bersûc Mehmet Duman were darizandin. Di idîayê de tê diyar kirin ku bersûc Mehmet Duman û hevalên wî yên pê re ji devê behrê kevir û çov berhev kirine û êrîşê li odeya Gizliyî kirine.

Di idîanamê de te destnîşankirin ku êrîşker piştî ku êrîşê li Gîzliyî kiriyeji pencerê ve xwe avêtiye û ber koma êrîşker ve çûye. Her wiha di idîanamê de tê belavkirin ku bersûc Mehmet Duman dema ku hatiye qempê bi xwe re kêr aniye û bi wî kêrê êrîşê Gîzliyî kiriye. Ji ber vî êrîşê Gîzlî dirêjê erdê dibe. (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin