Dînamît Xistine Binê Êlağê

Şîrketa Asê ya hiliberîna enerjiyê, di 2009an de lîsansa ku li newala Gabanê li ser Delîçayê înşaata HESê ava bike stendibû

Şîrketa Asê ya hiliberîna enerjiyê, di 2009an de lîsansa ku li newala Gabanê li ser Delîçayê înşaata HESê ava bike stendibû. Şîrketê pey re kapasîteya HESê zêde kir û xwest ku santralên din jî ava bike.

  Ji Wezareta Hawir û Bajarvaniyê qirarê erê wergirt. Lê   gundiyan li qirarê doz vekir û dozê qezenc kir, ji lew fealiyetên HESê hatin sekinandin.

  Rayedarên înşaata HESê li ser sekinandina fealiyetan, 130 kîlo loqimên dînamîtê û funyeya wan, xistin binê êlağa gundiyan û herêmê terk kirin.

  Li ser îxbara xebatkarekî şîrketê, Cendermeyê dest da ser hadîseyê. Dînamîtên di qutiyan de, ji deverên veşartî yeko yeko hatin derxistin. Berî niha gundiyan 12 ton dînamît derxistibûn û teslîmî cendermeyê kiribûn. Gundî îfade dikin ku li herêma han, însan û heywan digerin.

BANGAHEQ

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin