Partiya AKPê, berî hilbijartina îfade dikir ku halkirina mesela tesetturê, soza wanî namûsê ye. Lê mixabin, AKPê bi rêziknameyekê, di mekteban de sernixumandinê yesax kir. Li seranserê welêt, li ber vê yesaxê, tepkî bilind dibin. Feqet partiya AKPê, hê jî mudafea vê yesaxa xwe dike.
Wezîrê tehsîla mîllî Omer Dînçer, li firogeha Elezîzê, pirsên qezetevanan cewab kir.
Qezetevanekî wiha pirsî “Niha tê fêmkirin ku berê tesettur di mekteba pêşîn û navîn de serbet bû, lê niha bi partiya AKPê hate yesax kirin. Ji ber vê yekê jî protesto tên kirin. Hun çi dibêjin?”
Wezîr Omer Dînçer, hefad û mudafea yesaxa xwe ya ku milletê musluman gelek tepkî nîşan didinê kir û peyva xwe wiha birûanî “Ji bo emniyet û hizûrê, me hinek yesaxên mîna îstîsna tesbît kir.”
Eşkere dibe ku wezîr bi van gotin û yesaxa we ya îstîsnayî, henekê xwe bi daxwazên millet dike. Lewra AKPê we’d û soza namûsê dabû ku wê di mekteb û zanîngehan de yesaxa tesetturê rake. Ji ber vê yekê jî, rayên milletê musluman xwestibû û ev deh sal e ku, bi raya wan li îktîdarê ye. Niha jî tesetturê yesax dike û bê endîşe vê yesaxê jî îstîsna dihesibîne.
bangaheq.net