Dîsa Kontirgerîlla Anîn

Şerê Dewlet Û Pkkê, Rêxistinên Ğeyrî Qanûnî Li Ser Serê Millet Dikin Bela

Berî niha ji ber pevçûnên hêzên dewlet û PKKê, rêxistinên bêqanûnî mîna kontirgerîlla, Jîtem, BÇG hatibûn sazkirin û li ser serê millet har bûbûn. Ji ber kirinên wan yên ğeyrî qanûnî gelek kes bêsûc û bêmehkeme hatibûn revandin, kuştin û windakirin. Gund hatibûn şewitandin û valakirin. Bi hezaran însan ji war û malê xwe bûbûn.

Ev nêzî mehek e, li hêla Colemêrgê, di navbera eskeriyê û mensûbên PKKê de, şer diqewime. Her dû hêl jî negihaştine meqsedên ku dixwestin. Ji ber vê yekê jî, ji xwe re taqtîkên din bikar tînin. PKK dixwaze bi êrîşên gerîllayî xisarê bide eskeriyê. Hêzên dewletê jî, niha tê îfade kirin ku bi hêzên taybet dixwaze operasyonên kontirgerîllayî pêkbînin. Hêzên emniyet û asayîşê di salên 1990an de jî bi vî awayî fealiyet kiribûn. Lê xuyaye ku wê dîsa millet di agirê wan de bişewite.

Hat îfade kirin ku mensûbên PKKê yên xwestine li nava Şemzînan êrîşa pêk bînin, bi taktîkên kontirgerîllayî hatine kuştin. Tê gotin ku teyarên bê însan û jetên F-16 li asîmanê herêmê digerin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin