Li Dîlokê, ji teref kesên rûpêçandî yên ku nasnameya wan nedîyar ve, li însanekî dîndar, di kargeha wî de êrîş hat rast kirin û hat qetilkirin.
Hat dîyarkirin ku li taxa Beydîlîya Şahînbeya navçeya Entabê, do bi şev hinek kesên nasnameya wan ne dîyar û rû pêçandî, bi çekên ponpeyî êrîşî dikaneke berber kirin. Di êrîşê de mirovekî mutedeyyîn yê bi navê Fexrî Agca hat qetil kirin, kesekî ku di wê heyamê de rukirin di bû jî birîndar bû.
Polîs ji bo kujer bên zevt kirin xebat dan dest pêkirin.
Ji xizmên Fexrî Agca hat ragihandin ku divê berî niha jî Fexrî ji teref PKKê ve dihat tehdît kirin. Li gor rave kirina şahidan, tê gotin ku êrîşkeran di heyama bûyerê de, di lehê PKKê de diruşme davêtin.(ÎLKHA)