Dîsa Sewk û Zulm

Ji Hepsa Batmanê Digel Fîkret Bayram Sewka Deh Mehkûman Derxistin

Li Tirkiye rejîma cimhûriyetê, heta niha bi hepsan tehdît kiriye, heps tije kirine. Lê heps tucar nebuye çare. Belkî nefreta millet ji rejîm re bêtir kiriye. Di vê dewrê de jî, digel heq û hiqûq û azadiyên însan zêde di rojevê de ne jî, heps ji bo heyf û cezakirinê çara ewil tê bikar anîn, mehkûm bê xwestinê wan sirgûn dibin, qawîş û hucre, mîna kewara tê repisandin û dewisandin û miştin. Lewra heps têrî mehkûman nake. Xwedê neke eger di hepsekê de, şewat û mirin biqewimin, sûcdar midûr e, tayîna wî derhal der tê bajarekî din.

Li gor xeberan hat gotin ku ji hepsa Batmanê di nav wan de Fikret Bayram jî heye, sewk û sirgûna deh mehkûman derket. Mehkûm sewkî Baybûrtê bûne. Wekî tê zanîn, berî niha jî sewka Fîkret derketibû lê ji ber tepkiyan hatibû sekinandin. Wicûda Fikret Bayram, ji sedî 92 nalebite, di hepsan de bi alîkariya hevalê xwe dijî. 15 sal zêdetir e di hepsan de ye. Digel rapora wî jî, ev du serekcimhûr naxwazin rewşa wî bibînin.

Birayê Fikret Bayram Ebdûllah wiha xeber da “Halê kekê min bi rapor eşkere ye. Divê bê berdan. Lê bi ser de sewka wî jî derxistin. Berî niha me muracaetî sewcîtiya Batmanê  kiribû daku sewka kekê min Fîkret dernexin. Mixabin îdara hepsa Batmanê, guhneda muracaeta me û neşand. Qey rehm û ûjdan bi wan re nemaye? Em wan hewalî Xwedayê Teala dikin.”

Mehkûmên musluman û dîndar yên ku bi Fikret Bayram re sewka wan hatiye derxistin ev in:Veysî Ayyildiz, Nesîh Selamboğa, Îsmaîl Yoldaş, Mahmut Uyar, M.Alî Şeker, Abdusselam Durmaz, Ahmet Şat, Huseyin Guney û M.Alî Kaplan.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be