Aktîvîstê êzîdiyê niştecihê Şengalê Xeyrî Seydû Hadîda wiha axivî:
"DÎŞIyê nêzî 300 êzîdiyên ku piraniya wan jin û zarok in, ên li Çiyayê Şengalê girtibûn, do êvarê berdan. Em hejmara penaberan baş nizanin, lê li gorî axaftina penaberên ku hatine berdan, koma wan ji 2 otobos û 2 qemyonan pêk tê."
Hadîda diyar kir ku xwestin bi penaberên êzdî yên din re jî biaxivin lê milîtanên DÎŞIyê têlefon vekir û gotin ku dibe 200 êzdiyên din jî îro berdin. Rayedarên Iraqê der barê berdana êzdiyan de hê tu agahî nedane.
Li aliyê din hat îddîakirin ku DÎŞIyê 170 pêşmerge rehîn girtine. Lê xeber ji aliyê îdara herêmê ve nehat tesdîqkirin.
Çınarın Sesi