Divê Ambargoya Li Ser Ğezzeyê Bi Dawî Bibe

Alîkarê Wezîrê Weqfên Misirê Cemal ‘Ebdussettar go: “ Bi dawî kirina ambargoya li ser Ğezzeyê, wezîfeyeke Musulmana a dînî ye.”

 Alîkarê Wezîrê Weqfên Misirê Cemal ‘Ebdussettar go: “ Bi dawî kirina ambargoya li ser Ğezzeyê, wezîfeyeke Musulmana a dînî ye.”

‘Ebdussetar beyan kir ku gelê Ğezzeyê ji bo ku di navbera Fetih û Hemasê de hevkirin çêbibe ji Misrê daxwaza tezyîqatan bi ser herdûyan de dike.  Ji bo ambargoya li ser Ğezzeyê rabe divê Musulman tev bixebitin û ev yek wezîfeya tevî Musulmana ye. Birayê me li wê derê di tengasî û birçîbûne de ne, em Musulman nikarin li mala xwe di nav refahê de bijîn.

‘Ebdusseta li ser ziyareta ‘alimên Misrê bi bal Ğezzeyê ve jî sekinî û go: “ Gelê Ğezzeyê bi kêfxweşî wan pêşwazî kir.  Heyeta ‘aliman di serî de Îsma’il Heniyye bi gelek rayedaran re hevdîtinan kirin. Ziyareta heyeta ‘aliman musbet derbas bû.”

Li gor tê zanîn pêncî ‘alimên ji Wezareta Weqfên Misrê  bi slogana: “Ji bo rakirina ambargoya li ser Ğezzeyê Hereketa ‘Aliman.” Ji bo ziyareta sê rojan çûbûn Ğezzeyê. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare