“Divê DEDAŞ dev ji vê helwesta xwe berde”

Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê ji qutkirina ceyranê re bertek nîşan da bal kişande li ser mexdûrbûna xelkê û ragihand divê DEDAŞ ji vê helwesta xwe ya cezakirina xelkê berde.

Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê Mehmet Emîn Dogru ji qutbûnên ceyranê yên ku li Êlihê berdewam dike re bertek nîşan da  bal kişande li ser mexdûrbûna xelkê û ragihand divê DEDAŞ ji vê helwesta xwe ya cezakirina xelkê berde.

 “Bi seatan heta bi rojan ceyranê bernadin”

Mehmet Emîn Dogru di derbarê mijarê de destnîşan kir li hinek taxên Êlihê bi seatan  heta bi rojan ceyran tune ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tunebûna ceyranê  bi seatan li hinek taxan berdewan dike.Rayedarên şîrketa ceyranê jî diyar dikin sedema qutbuna ceyranê ji ber bikaranîna ceyrana qeçax e.Rayedar bi vî awayî hewl didin da ku vê mesûlîyetê ji ser milên xwe biavêjin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Dogru di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir divê kesên rayedar demildest gavên ku di vî warî de pêwîst bin biavêjin.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar