Divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin

Seroka Hareketa Adalet û Mafên Însanan Gulden Sonmez destnîşan kir divê ji bo wan Mislimanên ku ji teref 28ê Sibatê û daraza FETO ve hatine mexdûrkirin divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.

Gulden Sonmez Seroka Hareketa Adalet û Mafên Însanan destnîşan kir bi salan di girtîgehan de kesên ku di heyama 28ê Sibatê de  û bi kumpas û komployên daraza FETO hatine girtin hene û diyar kir ‘Digel temamê hewildanan di raya giştî de ew mexdûriyeta Mislimanên ku ji teref FETO û 28ê Sibatê ve hatine mexdûrkirinnayê zanîn.  Exlebeyê hakim û dozgerên ku wê heyamê darizandinê dikirin endamên rêxistina FETO bûn û exlebeyên van dozger û hakiman îro ji FETO hatine girtin û di girtîgehê de ne .”

“Divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin”

Sonmez di berdewama axavtina xwe de diyar kir dozger û hakimên FETO wê heyamê ji bo armanc û polîtîkayekê pêvajoyê birêve dibirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê ji bo wan Mislimanên ku ji teref van kesan ve hatine mexdûrkirin rêya darizandina ji nû ve bê vekirin, qet nebe bila dosyayên wan cardin bên vekirin. Ez dikarim bibêjim bi heqê wê ew mexdûriyeta van Mislimanan nayê zanîn. Divê demildest rêya darizandina ji nû ve bê vekirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin