“Divê demildest riya darizandina ji nû ve bê vekirin”

ÊLIH - Di beşa duyemîn a panela bi navê ‘Ji bo Mêrxasên Zindanan Edalet’ a ku ji teref Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û Daraza FETO ve hat tertîpkirin de hat destnîşankirin divê riya darizandina ji nû ve demildest bê vekirin.

Di panela ku modaratoriya wê ji teref M.Şerîf Durmaz ve hat kirin de Endamê GÎKê yê HUDA PARê Parêzer Serkan Ramanli, Serokê Şaxa Êlihê yê Ozgur-Derê Remezan Çelîkal û Serokê Giştî yê Yûsufî-Derê Parêzer Mîrxan Ozbeklî axavtinek kirin.

Axavtina destpêkê ya panelê ji teref Huseyîn Olamê Berdevkê Înîsîyatîfa Malbatên Mexdûrên 28ê Sibatê û Daraza FETO ve hat kirin.Olam di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir armanca wan a çareserkirina mexdûriyetên Yûsufî û malbatên wan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ew zatên ku di maqamên raye û îdareyê de ne divê demildest ji bo çareseriya van zilm û neheqiyên ku ji teref şebekeya şer ve hatine kirin pêwîst e gavinan bavêjin.”

“Êrîşên ku li nasnameya Îslamî hatine kirin li ber çavan e”

Piştî axavtina Husyîn Olam Endamê GÎKê yê HUDA PARê Parêzer Serkan Ramanli axavtinek kir.Ramanli di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir li dijî nasnameya Îslamî êrîş bi îlana Cumhuriyetê dest pê kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êrîşên ku li nasnameya Îslamî hatine kirin li ber çavan e.Ji roja ku Cumhuriyet hat îlankirin heta salên 90an tiştên ku hatine kirin diyar in.Nexasim di salên 90an de pêşî JÎTEM û Ergenekon û dû re jî rêxistina FETO li dijî nasnameya Îslamî yên ku weke wan nedifikirîn êrîş lidarxistin ku ev yek li ber çavan in.Ev 25 sal e ku însanên masum di girtîgehan de ne.Ev Yûsufiyên ku xwediyê nasnameya Îslamî ne û ev yek ji bo wan wek sûc hat qebûlkirin bi madeyekê dikarin bên tahlîyekirin.”

“Ev tev bûn sedema wan dosyayên ku bi mahkûmiyetê hatine encamkirin”

Serokê Giştî yê Yûsufî-Derê Parêzer Mîrxan Ozbeklî jî di derbarê mijarê de destnîşan kir muwekîlên wî cara ewil di sala 1992an de hatine binçavkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev pêvajoya binçaviyê digel di serdegirtina mala li Beykozê ya ku Rehberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu lê dima zêdetir bûn.Nexasim wê demê wextê binçaviyê gelekî zêde bû.Di binçaviyê de hemû cûr kiryarên derehiqûqê dihatin kirin.Nexasim dîsa di wê demê de binçaviyên xeyrî resmî hebûn. Ev tev bûn sedema wan dosyayên ku bi mahkûmiyetê hatine encamkirin.Di wan deman de gelek îşkence hebûn û gelek îşkence li wan kesên ku hatin binçavkirin hatin kirin.Lê belê ev îşkence di dosyayên raportên doxtoran de nînin.”

“Cemaeta Hîzbullah mexdûrê herî mezin a vê rêxistinê ye”

Ozbeklî di dawiya axavtina xwe de wiha axivî: “Nexasim FETOyîst piştî darbeya 12ê Îlonê ji ber tewrên xwe yên nerm di şubeyên mucadeleya bi terorê de cî girtin.Di van şubeyan de berê xwe dan wan camîayên Îslamî yên ku weke wan nedifikirîn.Hemû kes ji teref vê rêxistinê ve hatine mexdûrkirin, lê Cemaeta Hîzbullah mexdûrê herî mezin a vê rêxistinê ye.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye