“Divê dewlet êdî dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde”

Ji teref HUDA PARê ve hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve hat weşandin de derheqê rojeva nava welêt û derveyî welêt de nirxandin hatin kirin. Di nirxandina ku hat kirin de nexasim bal hatin kişandin li ser îhlalên heqan ên ku li bajarên Kurdan û mexdûruyetên ku ji ber lêpirsînên ewlehiyê yên ku bi hincetên neheq tên kirin û derheqê van de hat diyarkirin divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.

“Mazlûmiyet û maxdûriyeta van derdorên dîndar hêj wek xwe di holê de ye û ji bo ji rastê bê rakirin ti gav nehatine avêtin”

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin bi qerarên daraza FETO yên çewt û terefdar bi zilmê girtîgeh bi mezlûman hatin dagirtin û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “ Mazlûmiyet û maxdûriyeta van derdorên dîndar hêj wek xwe di holê de ye û ji bo ji rastê bê rakirin ti gav nehatine avêtin. Ev yek jî nîşan dide ku hêj hiqûqa serdestan derbasdar e. Digel ku tê zanîn hafiza dewletê ji teref memûrên ku endamên FETO ne ve hatiye amadekirin li van însanan ev tişt tê tetbîqkirin ku ti hinceta vê yekê tuneye.  Nexasim li bajarên Kurdan  bi şikleke eşkere ew îhlalên heqan zêde dibin û ew lêpirsînên ewlehiyê yên ku ti hinceta wan a heqdar tuneye artêşeke mexdûran derxistiye holê. Ji ber vê yekê divê êdî dewlet dev ji çavgirtina li dijî îhlalên heqan berde.”

 “Divê ji wan kesên ku derdikevin derveyî hiqûqê û ji wan kesên ku van kesan himaye dikin re firsend neyê dayîn”

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin pêwîst e ew weqayên miameleyên neqenc û îhlalên heqan ên ku her roj zêdetir dibin bên lêkolînkirin û dû re wiha hat gotin: “ Ew pratîka dewletê ya di salên 1990an de, zilma erkdaran, îşkence, bi tiştekî nehesibandin, heqaret û sepanên tinekirinê bûn sedema xwe avêtina xelkê Kurd ji hemêza PKKê re. Di wan rojên borî de ew bûyerên ku li Şapatana Şemzînanê qewimîn bûne sedem ku ew sepanên neyînî yên di salên 90î yên di hişê  xelkê heremê de zindî bibin. Divê  sepanên xeternak, îhlalên heqan, îşkence û miameleya neqenc  bên lêkolînkirin û em bang li dewletê dikin da ku ji wan kesên ku derdikevin derveyî hiqûqê û ji wan kesên ku van kesan himaye dikin re firsend neyê dayîn.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe