Divê di her heyamê de îdarevanên wekê Hz Omer hebin

Di bergeha bernameyên ‘Meha Mijdarê Meha Sehabiyan’ a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatibû îlankirin de li navçeya Gercewsa Êlihê bername hat lidarxistin.

Di bergeha bernameyên ‘Meha Mijdarê Meha Sehabiyan’ a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatibû îlankirin de li navçeya Gercewsa Êlihê bernameya bi navê “Faruqê Adil: Hz Omer” hat lidarxistin.

Bernameya ku ji teref Enfa-Dera Gercewsê ve hat lidarxistin di Salona Çandê ya YÎBOya Gercewsê de pêk hat. Perwerdekar-Nivîskar Kenan Çaplik di bernamê de axivî. Çaplikê ku di der barê jiyana Hz Omer de axivî diyar kir divê di her heyamê de îdarevanên wekê Hz Omer hebin.

Çaplik wiha destnîşan kir: “Misliman ji Mekê koçê Medînê dikin. Herkes belkû gor sir û raza nibûwetê bi hewcedariya rê û rêbazên ku serwerê me Hz Muhammed daye wan bi şiklekî veşartî koçê Medînê dikin. Lê Hz Omer vê yekê eşkere kiriye. Li vir kesayeteke din ê Omeru’l Faruq derdikeve beriya me. Ev jî merdî, mêrxasî û di derbarê vê yekê de tewhîdê bilind digire. Ew yek jî ezîm û biryartiya wî dide nîşandan. Hz Omer diçe Beytullahê tewaf dike û dûvre xîtabê mişrîkan dike; ‘Ez jî ji bo ku dînê xwe biparêzim di rêya Xweda de hicret dikim. Kesê ku dixwaze jina xwe bihêle jinebî, dayîka xwe bide giryandin û dixwaze zarokên xwe sêwî bihêle bila di vê nawelê de derkeve beriya min! Bi vê şiklê ji kufr û şîrkê re meydan dike.”

 “Divê di her heyamê de îdarevanên wekê Hz Omer hebin”

Çaplik bi taybet ragihand ku îro roj niyazî bi îdarevanên wekê Hz Omer heye û dûvre bal kişand ku hîcreta Hz Omer ji bo Mislimanan zafer e.

Çaplik wiha li axavtina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku di her heyamê de yên wekê Hz Omer derkevin holê. Lîder û îdarevanên bi navê Faruq bila derkevin holê da ku minafiq, mişrîk û dijminên Îslamê yên ku ji xwe re kufrê kirine perde bi vê wesîlê biçin bin erdê.”

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye