“Divê di mekteban de bi dersa Kurdî perwerdehî bê dayîn”

Serokatiya Karên Perwerdeyî yê HUDA PARê, di derheqê bidawîbûna heyama perwerdehî û hîndekariyê ya 2016-2017an de nirxandinek belav kir.Di nirxandina ku hat belavkirin de hat diyarkirin divê di mekteban de bi dersa Kurdî perwerdehî bê dayîn.

Serokatiya Karên Perwerdeyî yê HUDA PARê, di derheqê bidawîbûna heyama perwerdehî û hîndekariyê ya 2016-2017an de nirxandinek belav kir, di nirxandina HUDA PARê de têspît û pêşniyazên girîng hat kirin.

Di nirxandinê de hat destnîşan kirin ku di asta qalîteya perwerdeyî de pirsgirikên cidî hene û wiha hat gotin: “Bê guman û şik ji bo welatekî meseleyên herî bingeh û girîng perwerdeyî ye. Lêwra dahatûya civatê saz û avahî dike  di saziyên perwerdeyî de derdikevin. Asta şarîstaniya civatekî, bi rastiya hevgiriya qelîteya perwerdeya wî civatê ye. Di welatê me de di heyamên dawî de di warê perwerdeyî û hîndekariyê de serastikirinê girîn hatinin kirin. Lê em di warê qalîteya asta perwerdeyî de bi pirsgirik û kêmasiyên cidî re rû bi bi rû ne.”

“Têgihîna perwerdeyî ya bi nîrxên civatê de hemanên divê bê sepandin”

Di nîrxandinê de hat îfade kirin kû têgihîna perwerdeyî ya bi nîrxên civatê de hemanên divê bê sepandin û nîrxandin. Di berdewama nirxandinê de hat diyarkirin ji wê îxtyaca ku tê de tegihiştina perwerdehiya îdeal a ku tê de nirxên dînî û exlaqî heye re  pêdivî her roja ku derbas dibe zêdetir dibe, êdî tiştekî wisa bûye zarûret û dû re wiha pêşniyaz hatin kirin:

-Ji dêla wê pergela îmtîhanê ya ku her tim tê guhartin divê pergaleke sabît û li gor şert û mercên dewrê bê qebûlkirin.

-Divê ew perwerdehiya tevlîhev a law û qîzan a ku tesîreke neyînî li ser serkeftîbûna xortên me dike û ji hêla manewî û psîkolojîk ve tesîra neyînî li ser wan dike bê rakirin û divê îmkan bên tertîpkirin da ku qîz û law di mektebên cuda de perwerdehiyê bibînin.

-Divê ew serbestiya tesetur û hîcabê bi qanûnê bê mihafezekirin û ji bo wê çareseriyeke mayînde bê peydakirin.

-Divê ew naveroka ku li dijî  nirxên dînî û exlaqî ne ji kitêban bên derxistin û divê di dema amadekirina mufredatê de xesasiyeta xelkê Misliman li ber çavan bê girtin.

- Divê di perwerdehiyê de dev ji wê zexta tenê zimanekê bê berdan û di serî de bi Kurdî û ger hewce be bi zimanên din perwerdehî bê dayîn û riya ber vve bê vekirin. Ji ber rewşa mewcûd ji bo Kurdiya ku wek dersa bijartî mamosteyên pêwîst bên tayînkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe