Divê Di Pêvajoya Çareseriyê De Mehkûmên Dîndar Bên Berdan

Grûba heyeta aqilmendan ya Rojhilata Anadoluyê, li Tatwanê bi saziyên sivîl, maqûlên civakê, serokên odeyên tîcaret û senayiyê, mensûbên medyayê û bi xelkê re hate ba hev.

Grûba heyeta aqilmendan ya Rojhilata Anadoluyê, li Tatwanê bi saziyên sivîl, maqûlên civakê, serokên odeyên tîcaret û senayiyê, mensûbên medyayê û bi xelkê re hate ba hev. Di civînê de serokê Toç Bîr Sena Tatwanê Îsmaîl Kara jî xeber da. Îsmaîl Kara di xeberdana xwe de beyan kir ku, destekê didin pêvajoya çareseriyê û divê mehkûmên dindar di serî de yên Hîzbûllah bên berdan. Îsmaîl Kara wiha got “Eger dewlet aştiyeke daimî dixwaze, ne tenê bi PKKê re, divê bi saziyên Îslamî re jî hevdîtinan pêk bîne.”

Di heyeta aqilmendan de Can Peker, Abdurehman Dilipak û Abdurrehman Kurt jî hebûn. Heyetê di bin serokatiya Can Peker de bi aliyên civakê re civîn pêk anî. Kesên xeberdan îfade kirin ku, divê xwîn bisekine, sîleh neteqin, hêstir nebarin. Ji lew destekê didin pêvajoya çareseriyê û divê di serî de yên Hîzbûllah mehkûmên dîndar jî bên berdan. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin