“Divê dosyayên hêlên Îslamê jî ji nû ve bên vekolînkirin”

Di dozên Balyoz, Ergenekon û KCKyê de, ji bo kesên dihatin mehkemekirin, qirara ji nû ve darizandinê û paşê jî qirara beraetê hat dayîn. Hiqûqnasan evê qirarê ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re nirxand û dan zanîn ku divê eynî şert ji hêlên Îslamîyên bi kûmpas

Berî niha diheqê bersûcên doza Balyozê de, ji ber teşebusa derbeyê ceza hatibû birîn. Bi hinceta ku daneyên dîjîtal nabin delîl, ji wan re rêya darizandina ji nû ve hat vekirin û paşê jî hatin beraetkirin. Parêzer Xelîl Kiliç ev yekê ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê (ÎLKHA) re nirxand û xwest ku mîna di dozên Balyoz û Ergenekon û KCKyê de, dosyayên hêlên Îslamî jî ji nû ve bên vekolînkirin.

Kiliç dest nîşan kir ku operasyonên li ser Îhya-Der a Xarpêtê, Wehdet-Der a Semsûrê û Wasatê,di dewra hikûmeta niha de hatine rastkirin, hikûmet der barê darizandina ji nû ve ya ji bo kesên dîndar de ne bê çare ye, hikûmet dikare bi wasîteya mufetîşan,neheqiyên di dosyayan de hatine kirin tesbîtbike.

“Der barê dosyayên kesên dîndar de ji bo tu wezîfedarê qamûyê lêpirsînek nehat kirin”

Kiliç da zanîn ku heqê însanên duçarê neheqiyê bûne li wan bê vegerandin girîng e û weha dewam kir: “Hikûmet tîne zimanku ji du salan vir ve nexasim di gelek dosyayên siyasî de, di heqê kesên bi hinceta delîlên sexte û guhdarîkirina xeyrî qanûnî hatine binçavkirin, hatine girtin û mehkûmkirin de, der barê kesên hatine mexdûrkirin de xebat kirine. Di vî warî de li gelek bajaran li ser hêzên asayîşê operasyon hatinkirin. Di van operasyonan de tiştê bi berçavê me dikeve ev e ku der barê dosyayên kesên jiber misilmantiya xwe hatine mexdûrkirin de, ji bo wezîfedarên dewletêyên têkildar tu lêpirsîn nehatiye kirin û di vê mijarê de tu lêkolîn jî nehatiye kirin.”

“Em dixwazin dosyayên hêlên Îslamî jî bên vekolînkirin”

Parêzer Kiliç li ser vê yekê şidand ku weka di dozên Balyoz, Ergenekon û KCKyê de,divê dosyayên der barê operasyonên li ser hêlên Îslamî jî bên vekolînkirin û wiha pê da çû: “Em dixwazin weka di dozên Balyoz, Ergenekon û KCKyê de, dosyayên der barê operasyonên li ser hêlên Îslamî jî bên vekolînkirin. Tenê ne ji bo 2-3 sal bi paşve, bi qasî heta 15-20 sal berê bila hemî dosyayên kesên ku di operasyonên hêzên asayîşê û yên vê rêxistin û hêzên asayîşê bi hev re pêk anînin de hatine mexdûrkirin, bên vekolînkirin. Em dixwazin di van dosyayan de yeko yeko guhdarîkirinên xeyrî hiqûqî û xeyrî qanûnî bên tesbîtkirin û mexdûriyeta kesên mexdûr kirîbên hilanîn. Em vêya teleb dikin û vêya tim tînin rojevê.”

“Divê bê hiqûqi yên li kesên dîndar jî bên bi encamkirin”

Kiliç bal kişand ser vê yekê ku weka doza Balyozê, bê hiqûqiyên li kesên dîndar jî gavek berê gavekê bên vekolînkirin û bên bi encamkirin û weha domand: “Em dixwazin îfade bikin ku edaletten êji bersûcên Balyoz, Ergenekon û KCKyêyan jî ji bo hêlekê tenê bilez tecelîbibe, me qani’ nake ku edalet pêk hatiye. Nexasim divê bê hiqûqiyên likesên Îslamî û dîndar zû bi zû weka doza Balyozê bilez bên vekolînkirin û bi encam bibin. Weha nebe, em îfade dikin ku wê hewlên bineyta qenc tev pûçderkevin.”

“Divê bê qebûlkirin ku li kesên ji ber camîa’yên Îslamî hatine mehkûmkirinjî bê hiqûqî kirine”

 

Kiliç bi bîrxist ku hinek operasyonên li hêlên Îslamî hatine rastkirin, di îktîdara hikûmetê de pêk hatine û wehagot: “Îktîdara Ak Partiyê û rêxistina ku îktîdar jê gilîdar e bi hev re xebitîne, piştî bûyera 17-25ê Kanûna Pêşîn,di navbera wan de rageşî derketiye. Em behsa dewreke nêzîkî 12-13 salî dikin. Divê heyamê de li vê hêla ku me got operasyonên ciddî hatin kirin. Operasyon jî ji aliyê wezîfedarên qamûyê û mensûbên rêxistina ku hikûmet jê gilîdar e hatin rastkirin. Eger tê tesbîtkirin ku li kesên xeyrî hêlên Îslamî bê hiqûqîhatine kirin, divê bêqebûl kirin ku li kesên ji ber camîa’yên Îslamî mehkûm bûne jî bê hiqûqî hatine kirin. Divê der barê van dosyayan de lêkolîn bê kirin.”

“Serî lê danên şexsî yên li mehkema Qanûna Esasî giran daneberxwe”

Kiliç da zanîn ku serîlêdanên şexsî yên kesên camîa’ya Îslamî ku bi armanca rakirina mexdûriyetan li Mehkema Qanûna Esasî hatine kirin, pir giran miemelê dibînin.

Kiliç nirxandina weha domand: “Gava em ji bo Intebê bêjin, ji memûrên hêzên asayîşê yên li Intabê hatine binçavkirin re, der barê operasyonên bê hiqûqî yên li ser hêlên Îslamî de tu pirs nehatiye kirin. Di vî warî de tu xebat jî nehatiye kirin. Em bawer dikin ku ev li giştiyê Tirkiyê pir rihet dikare bê kirin. Nexasim serîlêdanên şexsîyên ji aliyê Îslamî ve li Mehkema Qanûna Esasî bi armanca rakirina mexdûriyetê hatine kirin, pir giran miemelê dibînin.”    

Kiliç dest nîşan kir ku divê Mehkema Qanûna Esasî,hêla Îslamî jî wek welatiyê vî welatî bibîne û divê dosyayên wan bilez bên bi encamkirin û nirxandina xwe weha bi dawî kir: “Em dibêjin ku di vî warî de divê camîa yên Îslamî neyên mexdûrkirin. Hikûmet di vî warî de ne bêçare ye. B iwasîteya mufettîşên xwe dikare bi rihetîne heqiyên dihemî dosyayan de tesbîtbike. MufettîşênWezareta Edaletê, dikarin li ser hemî delîlên xeyrî hiqûqî ve kolîn bikin û guhdarîkirinên xeyrî qanûnî tesbîtbikin. Vêya jî wek sedema darizandina jin û ve pêş qamûyê bikin. Xebata di vî warî de zêde wext jê re ne hewce ye û ne xebateke ku hikûmetj ê re firsendê nebîne. Lewra tarîxa ku operasyon tê de hatin rastkirin, heyama îktîdara hikûmetê ye. Aktorên serekeyên operasyonan jî, ew kes bûn ku niha hikûmet li ser wan operasyonan rast dike.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar