Divê em qedrên kal û pîrên xwe bi zanibin

Nivîskar û lêkolîner Omer Çelîk, bi sedem ‘Hefteya Extiyaran’ nirxandinek da ÎLKHAyê. Çelîk da zanîn ku, “Divê em di dawîya temenên wan de xweşik li wan binêrin.”

Her salê, di navbeyan 18 û 24ê Adarê de, wek ‘Hefteya Extyaran’ tê îdraq kirin. Derbarê vê mijarê de, nivîskar û lêkolîner Omer Çelîk, ji Ajansa Nûçeyan a Îlkhayê re axiv û behsa qedr û qîmeta kal û pîran kir.

Her salê di navbeyan 18 û 24ê Adarê de, wek ‘Hefteya Extyaran’ tê îdraq kirin.

Derbarê hefteya extyaran de nivîskar û lêkolîner Omer Çelîk ji Ajansa me ra axivî û got: “Ev kal û pîrên me yên ku îro ji bo me weka sîgorte û bîmeyê ne, divê em di dawîya temen û imrên wan de xweşik li wan binêrin. Pêwîste em di wê dawîya temenên wan de ku jiyan ji wan re zehmet bûye de, bibin alîkar û piştevan. Ji bo ku bi hêsan û sihhet bijîn, çi pêwîste be divê em bikin.”

Çelîk bal kişand ser extiyarbûyînî û wiha devam kir: Xweda roja xuluqandin û afirandina mirovan pêve, extiyarbûn bûyê çarenûsa mirovan û teqez dê extiyar bin. Divê mirovên aqilmend bi vê rastiyê tevbigerin û jiyana xwe li gor vê rastiyê bidomîne.

Çelîk wiha dest nişan kir: Pêştî afirandina mirov jiyan ji bo wê dest pê dike. Wisa zendiki ku dibe qey mirov namire. Rastî ne wisaye, temenî wî hêdî hedî derbas dibe û êdî nikarê  dûv li xwe vegerin û iyana wan dişemite. Extiyarbûn çareseûnsa mirovaye divê em vê yeke ji bîr nekin.

Nivîskar û lêkolîner Çelîk, hedîseke pêxember jî bibîr xist û îfade kir ku  divê ger îro ne bi wesîla kal û pîran ba ya, wê Xweda ezabên gelek mezin ku meriv helaq dike bişanda. Îro astengîya di pêşîya van ezabên mezin de bê guman extyarên me yên pişt tewandî he ye. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar