“Divê endamênKonseya Hevkariya Korfezê meseleyan bi muzakerê çareser bikin”

Berdevkê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin di derbarê qeyrana di navbera Qatar û hinek welatên Ereb de destnîşan kir divê endamênKonseya Hevkariya Korfezê meseleyan bi muzakerê çareser bikin.

Ji teref Arîkarê Sekreterê Giştî yê Serokkomartiyê û Berdevkê Serokkomartiyê  Îbrahî Kalin ve di derheqê ji teref hinek welatên Ereban ve birîna pêwendiyên dîplomatîk a bi Qatarê re de daxuyanî hat dayîn.

Kalin di daxuyaniya ku da de wiha ragihand: “Ev geşedanî me mehzûn dikin. Di heyameke ku tê de pêdiviya herema me ji aştî û hizûrê re heye de divê gavên hevpar ji bo  vê yekê bê avêtin û divê endamên  Konseya Hevkariya Korfezê meseleyan bi muzakerê çareser bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin