Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz piştî niştina 9 emîn a Doza Yasîn Boru û hevalên wî daxuyanî da. Yavuz destnîşan kir pêwîst e ku erkanê milkî yên ku ji wehşetê re dengê xwe dernexistine jî bên darizandin û wan daxîlê dosyeya dozê bikin.”
Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê Mehmet Yavuz û Erdal Elîbuyuk jî beşdarê niştina 9 emîn a Doza Yasîn Boru û hevalên wî bûn.
Yavuz ragihand ku ew ji serî de dozê dişopînin. Yavuzê ku piştî niştinê daxuyanî da diyar kir divê kesên ku vê qetlîamê dane kirin, wezîfedarên ewlehiyê yên wê demê û amîrên milkî jî daxîlê vê dozê werin kirin û ev doz di bergeha sûcên ku dijî mirovahiyê hatiye kirin de were dîtin.
Yavuzê ku êrîşên 6-8ê Cotmehê wek ‘hewldana qetilkirina mirovahiyê’ hesiband wiha axavtina xwe domand: “Raya Giştî ya Tirkiyê qetilkirina Yasîn Boru û yên hevalên wî di wîjdana xwe de mehkûm kiriye. Rast e qetîlan telîmata vê qetlîamê dane. Însanan kişandine kolanan û ewladên gel ji hev re kirine dijmin û kîn, nefret û tefrîqayê wek tov reşandine. Divê kesên ku telîmata belkû dê çendîn sal bidome dane her hal werin darizandin. Ev bes mijar ku însanek an jî çend ciwan hatine qetilkirin nîne. Ev hewldaneke qetlîamê ya komî a ku dijî mirovahiyê hatiye kirin e.”
“Pêwîst e ku bi her hal erkanê milkî daxîlê lêpirsînê werin kirin”
Yavuz bal kişand ku wek HUDA PAR ew di derhaqê dozê de xal dikêşin binê 3 xisûsan. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Yekî ew e ku ev mijar ev sûc wek statûya sûcên giran ên ku hatine kirin werre hesibandin. A dûyem ew e ku kesên ku zarokên gel kişandine kolanan û di nabeyna wan de tovê kîn û nefretê reşandiye bi her hal daxîlê qonaxa mehkemê werin kirin. A sêyemîn jî ew e divê ku hêzên ewlehiyê yên ku di wê heyamê de li Diayrbekirê û derên wekê wir dengê xwe ji raperîna 6-8ê Cotmehê ya ku bi hinceta Kobanê hat lidarxistin dengê xwe dernexistin midaxilê lêpirsînê bibin. Heke wiha bibe wê çaxê dê em ûmîdwar bibin ku dê dadgeh adilane biryar bide.”
ÎLKHA