“Divê ew mehra ku mela dibire ya esil û meşrû bê qebûlkirin”

Birêveberên Îttîhadul Ulemayê yên ku ji wê rayeya kirina nîkaha fermî ya miftîtiyên bajêr û navçeyan re destek dan derheqê mijarê de diyar kirin divê ew nîkaha ku mela kiriye ya esil û meşrû bê qebûlkirin.

Di warê kirina nîkahê de xebat tên kirin da ku  hinek guhartin bên kirin. Bi guhartinên ku dê bên kirin  dê miftîyên bajêr û navçeyan karibin nîkaha jin û mêran çêbikin. Piştî vê guherîna ku dê bê kirin,  Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk û  Endamê Lijneya  Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Mela Evdilqudus Yalçin yên ku ji wê rayeya kirina nîkaha fermî ya miftîtiyên bajêr û navçeyan re destek dan derheqê mijarê de diyar kirin divê ew nîkaha ku mela kiriye ya esil û meşrû bê qebûlkirin.

“Li xelkê ferzkirina laîktiyê zilm e”

Arîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mehmet Şenlîk di nirxandina ku derheqê mijarê kir de diyar kir li xelkê ferzkirina laîktiyê zilm e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di pergela laîktiyê de nîkaha mela ne meşrû ye. Nîkaha ku ji teref şaredarî û îdareya nifûsê ve tê kirin wek ya meşrû tê hesibandin. Ger ev nîkaha ku wek meşrû tê hesibandin tunebe; zarokên ku dê çêbibin dê xeyrî meşrû bin. Qanûn wisa dibêje ku ev yek jî zehmetiyê dide. Di ya rastiyê de kir li xelkê ferzkirina laîktiyê zilm e. Ji roja ewil ve zilm tê kirin. Digel ku xelkê Misliman bi şiûr dibe ev mafên Îslamî hêdî hêdî tên bidestxistin. Dema ku hewil didin van heqan qezenc bikin li rasta dîwareke mîna laîktiyê tên û nikarin derbasî wî rexê dîwêr bibin.”

 “Sepaneke derengmayî ye”

Endamê Lijneya  Birêveberiya Îttîhadul Ulemayê Mela Evdulqudus Yalçin jî derbarê mijarê de diyar kir  ev dayîna rayeyê sepaneke derengmayî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di her karî de kesên ku ehlên wî karî ne hene. Dema ku em wek Misliman difikirin  ew rayeya kirina nîkahê ya ku ji şaredariyê re hatiye dayîn gelek ecêb e.  Divê ev rayeya kirina nîkahê ji mela, miftî û alimên Îslamê re bê dayîn. Divê demildest ev qanûn bê derxistin.”(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe