Divê Girtîgeh Ji Kontrola Komeleyên Civaka Sivîl Re Bên Vekirin

Li Tirkiyê roj nabe ku girtîgeh, bi zulma xwe, pirsgirêkên sihhetê, îşkence, tecawiz û mirinan nabin rojev. Pirsgirêkên girtîgehan bi tu awayî nayên çareserkirin.

Li Tirkiyê roj nabe ku girtîgeh, bi zulma xwe, pirsgirêkên sihhetê, îşkence, tecawiz û mirinan nabin rojev. Pirsgirêkên girtîgehan bi tu awayî nayên çareserkirin. Temsîlkarên Saziyên Civaka Sivîl beyan dikin ku ji bo van pirsgirêkan bên çareserkirin divê heps û girtîgeh ji bo kontrola Saziyên Civaka Sivîl bên vekirin. 

Wezîrê ‘Edaletê Sadullah Ergîn, pey li Girtîgehên Şakran û Antalyayê  îddîayên ku li hember zarokan îstîsmara cinsî tê kirin ketibû rojevê gotibû: “ Carna li hinek girtîgehan heq tên cûtin, lê belê dema em van yekan tespît dikirin bi tu awayî em tolerans nakin û di vê derbarê de lêkolîna îdarî û ‘edlî em vedikin.” Sadullah Ergîn bi vî awayî qebûl kiribû ku li hinek girtîgeh û hepsan heqên mehkûman tên cûtin.

Lê belê ev yek jî heye ku, îşkence, îstîsmarên cinsî û tetbîqatên kêfî yên li hember mehkûman têne kirin, peyva ‘sifir tolerans’ a Wezîr derew derdixe. Dema li hember mehkûman ji alî îdarê ve de’weyek bê vekirin mehkeme bi lez qirarên xwe didin. Lê dema mehkûm li hember îdara hepsê ji ber ku zulm û îşkence li wan hatiye kirin de’we vedikin ev de’we bi tu awayî nagihên netîcê.

Serekê Koma Xebatê a Hepsan a Komeleya Mezlûman Parêzer Kaya Kartal beyan dike ku bingeha van pirsgirêkan û cûtina heqqên mehkûman polîtîkaya Tirkiyê a li hember heps û girtîgehane. Kartal go: “Hinek komîsyonên ku van cûtina heqqan û îşkencên li hepsan lêkolîn dikin hene. Lê belê van komîsyonan ji ber şeklê xebata xwe ne di wê dereceyê de ne ku bikevin pêşiya pirsgirêkên li hepsan diqewimin.”

Serekê Giştî yê Yûsûfî Kom Parêzer Mîrxan Ozbeklî jî beyan dike ku; bi tu awayî dewlet nakeve pêşiya van îşkence û te’deyên li hember mehkûman û cûtina heqên wan. Divê girtîgeh û hepis ji bo kontrola Saziyên Civaka Sivîl bêne vekirin. Heger wezîrê ‘Edaletê di vê derbarê de jidil be divê li ser vê mijarê pêşîvaniyê bike. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar