“Divê hikûmet di pevajoya çareserîyê de dîndaran jî muxatab bigire”

Endamê lijneya rêveberîya ÎHHyê Gulden Sonmez got: Divê hikûmet di pevajoya çareserîyê de dîndaran jî muxatab bigire.

Li Amedê ji teref ÎHHyê ve bernameyekî bi navê “Di Rojhilata Navînde de Kurd û Aşîtî” hat li dar xistin. Lêkolîner, nivîskar û mevanên ku beşdarî bernameyê bûbûn di  derbarê pirsgirêka kurd de nirxandinên xwe bi ÎLKHAyê re parve kirin.

“Em xebat û pêşnîyarên HUDA PARê baş dizanin”

Endamê lijneya rêveberîya ÎHHyê Gulden Sonmez di derbarê pirsgirêka kurd de wiha got: “Xelkê kurd ji berê ve qewmekî misilman e. Îro em dibenin ku hikûmet di mijara pirsgirêka kurd de komên dindar, komeleyan û komen siyasî yên mîna HUDA PARê ji xwe re zêde muxatab nagire. Her wiha ligel hemû van neyînîyan em dizanin ku HUDA PAR û sazîyên civakî  ji bo pirsgirêka kurd xebatan dikin , îtîraz û pêşnîyarên xwe tênin ziman.  Her wiha civata HUDA PARê di wan bûyerên ku di 6-8ê cotmehê  qewimîn de ji bo pevajoya aşîtîyê xera nebe sebirkir. Em ji vî tiştî re şahid in.”

“Di provakasyonekî herî biçûk de pêvajo dikeve xeterê”

Rojnameger Nevzat Çîçek jî di derbarê pevajoya çareserîyê de wiha got: “Ji salên ku derbasbûnê heta niha  gelek tişt qewimîn, hemû kes li gor xwe fikir û ramanên xwe dibêje. Ji bona ku ya rastî were fêm kirin divê li hev helal kirin were kirin. Heta ku em vê li hev  helal kirine nekin di provakasyoneke biçûk de ew ê pevajoya çareserîyê têkeve xeterê. Ji bo ku ev pêvajo here serî divê hemû kes hêman û prensîbên xwe eşkere bike û divê ji bo li hev helal kirinê tiştinan bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar