“Divê kesên êrîşên 6-7ê Cotmehê danekirin demildest bên darizandin”

Serokê Cemîyeta Mistez’efan a Şaxa Êlihê ji ber minasebeta salvegera qetlîama 6-7ê Cotmehê nirxandinan kir û diyar kir kesên tetîkkêş û êrîşan danekirin divê bên darizandin.

Serokê Cemîyeta Mistez’efan a Şaxa Êlihê Feyzî Aydin bi minasebeta  3emîn salvegera qetlîama 6-7ê Cotmeha 2014an a ku ji teref HDP/PKKê ve hatibû kirin nirxandinan kir û diyar kir, divê tetîkkêş û kesên vê wehşetê danekirin demildest bên darizandin û bê cezakirin.

Feyzî Aydin îfade kir ku di Cotmeha 2014an de bi bangewazîya HDP/PKKê ew kesên ku xwe berdan kolanan û xwestin li welat alozî û kaosê derbixin û her wiha xwestin herba navxweyî derbixin  qetlîamê kirine. Aydin dû re wiha li axaftina xwe  zêde kir: “ Kesên bi bihana DAIŞê derketin kuçe- kolanan xwestin li welêt herba navxweyî derxin û jiyanê bidin sekinandin. Dema liqayî kesên Mislimanên bireh û şaşik hatin êrîşî wan kirin. Di bûyeran de bi taybetî û bi tevahî êrîşî mizgeft, Qursên Qur’anê, Saziyên Sivîl yên Îslamî û êrîşî teşkîlatên bajar û navçeyên HUDA PARa  ku armanc û pêşengîya wê Îslam bû kirin. Li gor daxuyanîyên hatine dayîn emrê êrîşê  ji teref Abdûllah Öcalan, rêveberîya KCKe û navenda giştî ya HDPê ve hatiye dayin.”

Aydin, îfade kir ku di bûyeran de  hêzên ewlekariyê, ji bûyeran re çavê xwe girtine û  li axaftina xwe weha zêde kir: “Di 6-8ê Cotmehê de hêzên dewletê yên ewlekariyê yên ku ji emnîyeta mal û canê millet mesûl bûn, bajaran ji  PKKê re  teslîm kiribûn û ji kuçe- kolanan vekişiyabûn. Wekî ku di qeydande jî tê dîtîn hêzên ewlekariyê ji bo PKKê ciyê bixwaze talan bike, bêdeng mane û ji bang û gaziyên welatiyan yên alîkariyê re bê deng mane. Hê jî, bêhesasîyeta û bêdengîya dewletê ya li hember van hovan dewam dike. Kesên fa’îl û êrîşan danekirin bi awakî ciddî nehatine darizandin û cizayê ku heq kirine nedane wan.”

“Lazim e kesên êrîşan danekirin bên darizandin”

Aydin, di dawîya daxuyanîya xwe de dîyar kir, pêwist e kesên di 6-7ê cotmehê de êrîşan danekirin û tetîkkişandine demildest bên darizandin û cezayê heq kirine bikşînin û wisa pêde çû: “Bi minasebeta 3emîn salvegera qetlîama 6-7ê Cotmehê kesên emrê vê hovîtîyê dane, tetîk kişandine û ji van qetlîaman re bê deng mane em wan lenet dikin. Em hêvî dikin kesên ev wehşeta kirine, danekirin û tetîk kişandine demildest bên darizandin û cezayê heq kirine bikşînin. Em bi vê minasebetê di serî de Yasin Börü û hevalên wî û ciwanên ku bi hovîtî hatine şehîdkirin bi rehmet bibîrtînin. Ji malbatên şehîdan re jî sersaxîyê dixwazin.” (ÎLKHA)    




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e