“Divê ku ciyên derbe derdikevin werin berterefkirin”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz li Çewlîgê axivî. Yilmaz destnîşan kir pêwîst e ku ciyên derbe derdikevin werin berterefkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz, li Çewlîgê di derheqê referandûma ku dê di 16ê Nîsanê were lidarxistin û rojevê de nirxandin kir. Yilmaz diyar kir divê ku ciyên derbe derdikevin werin berterefkirin.

Yilmazê ku li Çewlîgê di derheqê referandûma ku dê di 16ê Nîsanê were lidarxistin û rojevê de nirxandin kir wiha axivî: “Bes berterefkirina derbeyan kafî nîne. Divê ku mirov ciyên dibin sedema derbeyan jî berteref bike. Ev tercîha ku dê em bikin ev e. Miletê me ya ku derbeyan bertef kir dê di referandûmê de cî û derên ku dibin sedema derbeyan ji holê rakin. Dê em pergaleke çêtir saz bikin.”

Her wiha Yilmaz di derheqê êrîşa kimyayî ya ku li Îdlîbê hat lidarxistin de jî axivî. Yilmazê ku vê êrîşê wek sûca mirovahî hesiband wiha diyar kir: “Êrîşa kimyayî ya li Îdlîbê sûca mirovahî û şerê ye.” (ÎLKHA)








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin