Divê misilman bi hev re bibin piştevan

Cemîyeta Mustezefan a şaxa Amedê bi Sedema' Hefteya mustezefan a Cîhanê li Amedê ji bo jinan konferansek lidar xist.

Cemîyeta Mustezefan a Şaxa AmedÊ  bi munasebeta Hefteya Mustezefên a Cîhane, li Amedê ji bo jinan konferansek lidar xist. Di konferansê de hat îfade kirin ku divê lazime misilman li hember mustekbîran bibin yek  û encax bi vî awayî mustekbîr bên astengkirin.

Cemîyeta Mustez’efan a şaxa Diyarbekirê, bi munasebeta Hefteya Mustezefên a Cîhanê li Amedê ji bo jinan konferansek lidar xistin.Konferans bi xwendina Qûrana pîroz destpêkir.

Xeberdana silavdayînê  jiteref andama Cemîyeta Mustezefan a Amedê ya şaxên jinan, Üzlîfe Sariagaçê kir.

Sariagacê îfade kir ku li temamê cîhanê kesên Misilman dibin zulmêdene û çaresariya misilmana ewe ku destê xwe bidin hev û ji hevre bibin piştevan û alîkar encex bi vî rengî wê Misilman ji bin zulm û eziyetê bên azad kirin. 

Di konferansêde endama Yekîtîya Aliman û Medreseyan, perwerdekar Gulçîn Şanî ji bal kişand ser dîroka mucadela heq û batilê û weha got: “Heta dinya hebe, mucadela heq û batilê jî wê dewam bike”.

Şani bal kişan ser helwesta welatên îslamê û da zanîn ku pêwîste Misilman bibin yek dev ji îxtîlaf û gelemşeyên nav xwe berdin.

Di dawiya bernameyê de kesên ku di îmtîhana wîladeta pîroz ya Sîyerêde derence vergirtibûn hatin xelatkirin.

Bername bi xwendina dûa bi dawî bû.  (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar