Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir divê raya giştî ya navneteweyî îthalata wan berhemên ku li jiyangehên dereqanûnî yên siyonîstan tên hilberandin qedexe bikin û divê dawî li wan îhlalên ku li hember Filistiniyan tên kirin bê anîn.
Ji ber ku ev bû 50 sal Qudsa Rojhilat, Şeraya Xerb û Şerîda Xazzeyê ji teref siyonîstan ve hatiye îşxalkirin Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kampanyayeke nû da destpêkirin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li temamê hikûmetên li dinyayê kir da ku wê tîcareta wan berhemên ku li jiyangehên siyonîstan tên hilberandin qedexe bikin.
Sekreterê Giştî yê Rêxisêtina Efûyê ya Navneteweyî Salîl Shetty di derbarê kampanyayê de daxuyanî da. Shetty di daxuyaniya ku da de di derbarê mijarê de wiha got: “ Temamê dinyayê bi dehan salan li ba wan Îsraîliyên yexmekar ên ku ji bo kar çavkaniyên xwezayî yên Filistiniyan talan dike û axên wan îşxal dike û malên wan wêran dikin cî girt û bûn terefdarên wan. Îqtîsada Filistînê ji ber polîtikayên dagirkeriyê ya 50 salan pêşve neçû û li ser wê zexta sîstematîk a ku li Filistîniyan tê kirin kargehên ku xwediyê bi milyonan dolar cîroyê ne hat înşakirin.
Shetty di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji zêdebûn û belavbûna jiyangehên sîyonistan re şermezar kirin ne bes e û dû re wiha ragihand: “ Êdî wext hatiye ku êdî hikûmet dawî li van îhlalan bînin.”(ÎLKHA)