Dixwazin Ambargo Rabe

Dınya dıxwaze ambargoya lı ser ğezzeyê rabe. hınek rayedarên ewrûpayî teklîf kır ku dı navbera lîmana qıbrısê û ğezzeyê de çûnûhatın pêk bê. koalîsyona fîloya azadıyê ya lı stenbolê jî, qırar da ku fîloke dın bışînın ğezzeyê.

Dinya dixwaze ambargoya li ser Ğezzeyê rabe. Ji bo alîkarî bigihêjin Ğezzeyê, du gavên girîng hatin avêtin.
Hinek rayedarên Ewrûpayî bi armanca qirîza însanî ya li Ğezzeyê bi dawî bibe, beyan kir ku dibe ku di navbera lîmana Larnakaya ya di bin îdara Rûm de û Ğezzeyê de ji bo veguhastina mal û însanan çareseriyeke berfireh bê dîtin.
Xeber di medyaya Îsraîla siyonîst de cî girt. Hat îfadekirin ku ev fikra veguhastina mal û însanan, ji Misr û Filistîn û Îsraîlê re hatiye pirsîn. Rapora ku hatiye hazirkirin ji aliyan re hatiye şandin. Lê ji aliyan hê tu cewab nehatiye dayîn.
Koalîsyona Filoya Azadiyê ya ku li Stenbolê civiya qirar da ku fîloke nû bişînin Ğezzeyê. Di beyanê de wiha hat îfadekirin: Di netîceya şêwrê de qenaet hasil bûye ku ji bo Ğezze azad bibe, divê hemû xelkên dinyayê ji bo şikandina ambargoyê, ber bi Ğezzeyê ve bi gemiyan biçin.
Di beyanê de hat gotin ku wê koalîsyona Fîloya Azadiyê, di mehên pêş de li behrê û li hinek lîmanan çalakî û protestoyan li dar bixe, ji lew dest bi amadehiyan kiriye. Bi van çalakiyan tê hedefkirin ku rêya Ğezzeyê ya behrê vebe, ketin û derketina di rêyên behrê yên Filistîniyan de hêsanî pêk bê.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar