Dixwazin Araqaniyan Biqelînin

Hikûmeta zorba û dîktator ya Myanmarê, par ji bo lêkolîna hadîseyên Araqanê, komîsyoneke ku ji 27 kesan pêk dihat wezîfedar kiribû.

Hikûmeta zorba û dîktator ya Myanmarê, par ji bo lêkolîna hadîseyên Araqanê, komîsyoneke ku ji 27 kesan pêk dihat wezîfedar kiribû. Komîsyon di şûna ku wê li ser çareseriya rewşa muslumanan bixebite, rabû teklîfeke şeytanî pêşniyazî hikûmetê kir. Komîsyonê ji hikûmetê xwest ku plana kontrola zarokanînê li ser muslumanên welêt tetbîq bike da ku nifûsa muslumanan zêde nebe.

Komîsyonê di rapora xwe de beyan kir ku, muslumanên Araqanê ne ji welêt in, ji Bangladeşê hatine Myanmarê. Nifûsa wan zêde dibe. Ev jî nahêle ku her dû millet bi hev re bijîn. Çara vê jî ew e ku nifûsa muslumanan bê kontrolkirin. Ji lew divê di hinek merkezan de perwerdehiya kontrola zarokanînê ji wan re bê dayîn.

Li gorî qanûna welêt, kesên bav û bapîrên wan beriya sala 1948anê serxwebûnê li Myanmarê jiyabin, wê karibin ji bo heqê hemwelatiyê muracaet bikin. Feqet eskeriya darbeker û cûntayê, vî heqê nade muslumanan. Musluman li welêt nikarin bê îzin bigerin û bizewicin. Serekdewletê Myanmarê Teyn Seyn beyankiribû ku dixwazin heqê hemwelatiyê bidin muslumanan. Feqet eşkere dibe ku, neyta wan ya ji bo hejmartina nifûsa musluamanan, pir xerab e, ne ji bo heqdayînê ye. bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin