Diyarbekir amadehîya “Em li Qudsê xwedî derdikevin” dike

Amadehîyên mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” a ku ji teref HUDA PARê ve bê tertîp kirin berdewam dikin.

Diyarbekir  qerara Serokê Amerîka Donald Trump a naskirina Qudsê wek peytexta siyonîstan bi mîtînga ku dê ji teref HUDA PARê ve bê tertîpkirin dê şermezar bike.

Temamê amadehîyên mîtînga ku dê di seat 13.00an de li Meydana Îstasyonê bê tertîpkirin digel temamê kelecana xwe berdewam dikin. Gelek sazîyên civaka sîwîl destekê didin mîtîngê.  Bo xelk bê vexwandin  mîtîngê li gelek derên bajêr bi afîş û pankartên mîtînga ku dê bê tertîpkirin hatin xemilandin.

 Arîkarê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şukru Aksoy derbarê  amadehîyên ku bo mîtîngê tên kirin de agahî da û diyar kir ew ê berî mîtîngê bi rojekî  wesayîtên anonsê dê li bajêr bigerin û dê xelkê vexwînin mîtîngê.

Aksoy di berdewama axavtina xwe de diyar kir Quds şîara ummetê ye û dû re wiha xelkê vexwand mîtîngê: “Da heydê hezkirîyên Qudsê werin Meydana Îstasyonê.”

ÎLKHA


















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e