Dîyarbekir amadekariya çalakiya Mewlûda Nebî dike

Ji bo çalakiya Mewlûda Nebî ya ku wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve 30ê Nîsanê roja Yekşemê bê tertîpkirin xebat hatin destpêkirin.

Weqfa Evîndarên Pêxember a ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî ku ji ber şewba Kovîd-19a piştî 3 sal navberek bê lidarxistin dest bi xebatê kir, li seranserê bajêr afîşên daxuyaniyê daliqandin.

Weqfa Evîndarên Pêxember 30ê Nîsanê roja Yekşemê li qada parka Newrozê bi temaya “Mînaka Herî Xweş a Hz Muhemmed” çalakiya Mewlûd-î Nebî li dar dixe.

Dildarên Evîndarên Pêxember ên ku afîş û brandayê çalakiya ku dê 30ê Nîsanê roja Yekşemê li qada Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bê lidarxistin daliqandin, bi hezkirina Muhammediyan xaçerê û seyrangehê xemilandin.

Ji bo çalakiya ku wê roja Yekşemê saet di 13.30 de li ser afîşên bi Tirkî, Kurdî û Zazakî hatine amadekirin bên lidarxistin, hemû Evîndarên Pêxember hatin vexwendin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin