Midûrê Emnîyeta Dîyarekirê li Meydana Şex Seîd, di bernameya ku ji xelkê re vekirî har lidarxistin de îfade kir ku di nîva ewil a sala 2014an de, 11 ton û 628 kîlo esrar hatîye girtin.
Midûrê Emnîyeta Dîyarbekirê Halîs Böğürcü, bal kişand ku li Dîyarbekirê bikaranîna esrarê pir zêde bûye. Böğürcü li ser trafîka esrarê jî sekinî û beyan kir ku di sala 2013an de, ji sedî 40ê esrara ku li seranserê Tirkîye hatîye zevtkirin, li Dîyarbekirê hatîye bidestxistin.
Pispor îfade dikin ku par di serî de Lîcê li seranserê Dîyarbekirê, bi qasî 4 mîlyar lîrayê, narkotîk hatîye bidestxistin. Lê îsal operasyonên narqotîkê yên ciddî nehatine kirin, ev jî wek ji ber encama peymana ku di paş deriyan de di navbera dewlet û Pkkê de hatiye kirin tê şîrovekirin.
Çınarın Sesi